Komîsyon: Li seranserê Iraqê dengdana taybet bê pirsgirêk birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Yekşemê, 9ê Mijdara 2025an, li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir. Komîsyona Hilbijartinan jî radigihîne, prosey li zêdetirî 800 navendên dengdanê bi awayekî rêkûpêk birêve diçe û ti pirsgirêkên teknîkî derneketine.
Endamê tîma ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Hesen Hadî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, îro ji saet 07:00ê sibê ve deriyê zêdetirî 800 navendên dengdanê ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 1 milyon û 300 hezar dengdêrên taybet hatine vekirin.
Hesen Hadî tekez kir, proseya dengdanê heta niha "gelek baş û bê ti pirsgirêk" birêve diçe û hemû navend û wêstgeh di dema xwe ya diyarkirî de hatine vekirin. Hadî herwiha pesnê rola hêzên ewlehiyê da ku endamên xwe ji bo beşdarbûnê bi awayekî rêkûpêk organîze kirine.
Mekanîzmaya Dengdanê û Amûrên Elektronîk
Hesen Hadî da zanîn, amûrên dengdanê li hemû navendan bê pirsgirêk kar dikin û şêwaza dengdanê wiha rave kir: "Destpêkê, karta bayometrî dikeve nav amûrê. Piştre amûr agahiyên li ser kartê bi agahiyên tomarkirî re berawird dike. Eger agahî li hev hatin, dengdêr dikare dengê xwe bide. Weke tedbîreke yedek, formeke kaxezî jî bi barkodeke taybet tê dayîn ku divê bi barkoda ku di sindoqa dengdanê de tê tomarkirin re li hev bê."
Hejmar û Dem
Proseya dengdanê ku îro saet 07:00ê sibê dest pê kir, heta saet 18:00ê êvarê dê berdewam bike. Li gorî rênimayên komîsyonê, sindoq dê bi awayekî elektronîk werin girtin û dem nayê dirêjkirin.
Di dengdana taybet de zêdetirî 1 milyon û 313 hezar endamên hêzên ewlehiyê û karmendên Wezareta Navxwe, ligel zêdetirî 26 hezar koçberan ku piraniya wan li sînorê parêzgeha Dihokê ne, mafê dengdanê hene.
Biryar e dengdana giştî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê roja Sêşemê, 11ê Mijdara 2025an, birêve biçe.
