Serok Barzanî pêşwaziya Mihemed Hesan kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Mihemed Hesan girîngiya birêveçûna hilbijartinan di pêvajoyeka aram û demokratîk de tekez kir û rewşa deverê û pêvajoya siyasî li Iraqê nîqaş kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 10ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Di wê civînê de pêşketin û guhertinên dawiyê yên deverê û pêvajoya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Parlementoya Iraqê jî hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinan di pêvajoyeka aram û demokratîk de li hev kir.

 

 
Fly Erbil Advertisment