Ano Cewher: Em rêyê nadin milîşya nûnerîtiya Xiristiyanan bikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Xiristiyanan kir ku biçin ser sindoqên dengdanê û tekez kir: "Em rêyê nadin ku milîşya nûnerîtiya Xiristiyanan bikin."
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) li bingeheka dengdanê li Hewlêrê dengê xwe da û ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand: “Tevlîbûna Xiristiyanan di hilbijartinan de girîng e ji bo redkirina nûnerîtîkirina wan ji hêla milîşya û komên çekdar ve.”
Ano Cewher bi bavê xwe re tevlî pêvajoya dengdanê bû û tekez kir: "Girîng e ku hemî Xiristiyan biçin dengê xwe bidin wan kesên ku nûnerîtiya wan dikin." Wî daxwaz ji Xiristiyanan kir ku rêyê nedin "milîşya û komên çekdar" nûnerîtiya wan bikin û "îradeya wan bidizin."
Navbirî amaje jî da: "Em, wekî Xiristiyan, gelê xwedî îrade ne, Kildanî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî, û em qebûl nakin ku hin kes bi navê milîşya û komên çekdar nûnerîtiya me bidizin.”
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê spasiya wan hemî kesan kir ên ku li seranserê Kurdistanê piştgirî daye wan û tekez kir "em dikarin bi ser bikevin û em dê her bi ser bikevin."
Pêvajoya dengdana giştî ji bo gera şeşê ya Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 11ê Mijdara 2025ê) saet 07:00 ê serê sibehê li parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat destpêkirin.
Li gorî amamr û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêran mafê dengdanê heye, ku zêdetirî du milyon û 800 hezar dengdêran li Herêma Kurdistanê ne.
