Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê ya Dihokê serkeftina PDKê ragehand
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Dihokê ji ber encamên berahiyê yên hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê peyamek perva kir û tê de serkeftina PDKê ragihand.
Ev jî peyama Berpirsê Mekteba Rêkxistnê ya PDKê ya Dihokê ye:
Piştî encamên berahiyê yên helbijartinên gera şeşê ya Perlemantoya Iraqê hatine zanîn, me divêt mizgîniya serkeftinê li devera Behdînan rabigehînin û ji dil û can spasiya xelkê camêr û dilsoz û xweragir ê devera xwe bikin û destxweşiyê li wan bikin ji bo wê baweriya mezin a dubare daye Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Xelkê me zêdebarî hemî givaştinên siyasî û aborî li ser wan her bawerî bi rêbaza Barzanî û PDKê heye. Ji ber hindê em yek bi yek destên we maç dikin, xwezî peyvek heba hejî we yên ezîz û xweşevî. Soz be ya ku di şiyanên me da be, em di qonaxên bihêt de bikin di xizmeta we yên hêja de. We hemiyan bi hemî tex û çîn ve milên xwe dan ber û li dû daxwazî û banga me hatin û we xwe li PDKê û rêbaza Barzanî kir xwedan.
Hûn li gel me em li gel we û em herdu ji bo parastin û xizmeta Kurdistaneka bihêz.
Di gel rêzgirtinê
Serbest Lezgîn
Berpirsê Mekteba Rêkxistnê ya PDKê li Behdînan
11.11.2025
