Li Şamê kurseke Fêrkirina Zimanê Kurdî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Navenda Rewşenbîrî ya li taxa Ruken El-Dîn a Şamê dest bi kursên fêrkirina zimanê Kurdî hatiye kirin, ku ev yek weke pêngaveke girîng ji bo bihêzkirina pirrengiya çandî li bajêr tê dîtin.

Kurs bi giringiyeke mezin ji aliyê Kurdên Şamê ve, ji zarok heta mezinan, hatin pêşwazîkirin. Beşdar bi heman armancê li polê kom dibin: parastina zimanê dayikê.

Xwendekarên ku beşdarî kursê bûne, tekez dikin ku fêrbûna zimanê dayikê ji bo parastina nasnameyê erkekî neteweyî ye.

Xwendekareke bi navê Sîpîra Baravî dibêje: "Divê em fêrî zimanê xwe yê Kurdî bibin. Zimanê dayikê ye. Pêwîst e hemû Kurd bên û fêrî xwendin û nivîsînê bibin. Me dest bi qonaxa yekem kiriye û bi hêviya Xwedê, em ê qonax bi qonax biçin heya ku em baş fêr bibin û biaxivin."

Zarokekî bi navê Beşar Mele jî bi kelecaneke mezin behsa sedema beşdariya xwe dike: "Ez niha fêrî zimanê Kurdî dibim ji ber ku zimanê dayikê ye. Malbata min ez handan da ku ez fêr bibim. Gelek xweş û hêsan e. Her gava em fêr bûn, em ê bi Kurdî bixwînin û baş pê biaxivin."

Kurs ji aliyê mamosteyên xwedî ezmûn ve tên dayîn û ji asta herî destpêkê dest pê dikin.

Mamostayê zimanê Kurdî Mihemed Selman derbarê naveroka kursê de dibêje: "Xelkê Ruken El-Dîn daxwaza ziman kirin. Me jî ev kurs li Navenda Çandî ya Ruken El-Dîn vekir. Me destpêka xwe bi Elîfbêyê kir... paşê em derbasî malbat, roj, demjimêr, hejmar, dem û salan bûn. Bersivdayîneke gelek baş ji aliyê xwendekaran ve hebû."

Di serdema rejîma berê ya Sûriyê de, çalakiyên bi vî rengî yên çandî û zimanî yên Kurdî bi tundî qedexe bûn û ev yek bûbû sedem ku ziman û çanda Kurdî li bajêr sînordar bibe. Vekirina van kursan, piştî salan, weke destpêkeke nû û gaveke girîng ji bo vejandina çanda Kurdî li paytextê tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment