Dem Partî daxwaza rakirina qeyûman li şaredariyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Dem Partiyê li bajarê Diyarbekirê civînek bi navê Civîna Hevşaredar û Hevserokên Encûmena Giştî ya Bajaran li dar xist. Hevserokên Dem Partiyê di wê civînê de tekez kir ku, divê sîstema qeyûman yekser bê rakirin û astengiyên li pêşiya xebatên şaredariyan jî bên rakirin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan ragihand: "Heke em behsa pêvajoya demokratîk dikin, hingê divê li pêşiyê ev qeyûm bên rakirin."

Di vê navberê de, ew şaredarên ku qeyûm li cihên wan hatine danan amaje da: “Nabe ku ji aliyekî ve behsa aştiyê bê kirin û ji aliyekê din ve jî pergala qeyûman berdewam be.”

Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan jî got: "Em hêvî dikin ku rayedar û dewleta Tirkiyeyê pêngavên cidî biavêjin. Heke aştiyek peyda bibe, heke têkoşîna çekdarî raweste û rêyeka nû ya siyaseta demokratîk dest pê bike, divê biserdagirtina şaredariyan bi dawî bibe û şaredarî radestî gel bên kirin.”

Rayedarên Dem Partiyê tekez dikin ku, divê girtiyên siyasî bên berdan û şaredariyên ku bi xweasteka gel hatine bidestxistin radestî gel bên kirin, da ku edalet bê bicihanîn û baweriya gel bi vê pêvajoyê xurt bibe.

Cîgirê Hevserokê Dem Partiyê Rüştü Tiryaki jî ragihand: "Derfetek heye. Divê rayedar pêngavên cidî biavêjin. Heke pergala qeyûman berdewam be û hevserokên me yên wekî Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ di girtîgehê de bimînin, gel vê yekê qebûl nake. Êdî tu bingeheka siyasî û qanûnî ji bo mayîna qeyûman nemaye.”

Rayedarên Dem Partiyê li bendê ne ku beriya sersalê, pêngavên cidî bên avêtin da ku pergala qeyûman bê hilweşandin û girtiyên siyasî bên berdan, herwesa di sala nû de jî dest bi nivîsîna qanûneka nû bê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment