Berpirsekê payebilind ê serdema Esed hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê girtina Emîd Hemze Mihemed Yasîn ragihand, ku efserekê payebilind ê hêza asmanî bû û bi tawanên şerî li çend parêzgehên Sûriyeyê di dema rejîma Esed de tometbar e.

Li gorî beyannameyeka Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, yekîneyên ewlehiya navxwe li parêzgeha Hemayê, bi hevkariya yekîneyên berhingarbûna terorê, operasyoneka ewlehiyê ya berfireh pêk anî ku bû sedema girtina Hemze Mihemed Yasîn.

Emîd Hemze Mihemed Yasîn li gorî fermana girtinê, ku ji aliyê dozgerê giştî ve hatiye derxistin, bi tohmeta "kirina tawanên şerî û binpêkirinên mezin li beranberî sivîlan" daxwazkirî bû.

Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hamayê Emîd Milhem Şentût ragihand: “Vekolanên destpêkê diyar kiriye ku Yasîn tevlî êrîşên asmanî yên li ser bajar û bajarkan û armanckirina sivîlan di xwepêşandanên li dijî Esed de bûye.”

Emîd Milhem Şentût amaje jî da: “Ew herwesa bi tevlîbûna di êrîşên asmanî yên li ser gundên li rojhilatê Îdlibê û derdora Hamayê de jî tometbar e, ku bûne sedema komkujiyên li dijî sivîlên bêguneh.”

Serokê Ewlehiya Navxweyî ya Parêzgeha Hamayê tekez jî kir ku, ew tometbar ji bo temamkirina vekolanan û amadekirina wî ji bo darizandinê ji aliyên peywendîdar re hatiye şandin.

Navbirî eşkere jî kir ku, hêzên ewlehiya navxweyî dê li ser "şopandina kesên ku di dema rejîma berê de li dijî gelê Sûriyeyê tawanên şerî kirine, an jî yên ku bizavê dikin ku tenahiya civakê û ewlehiya dewletê têk bidin" berdewam bin.

 
Fly Erbil Advertisment