PKKê hêzên xwe ji Zapê vekişandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, hêzên wê yên ku li devera Zapê bûn û xeteriya şer li ser wan hebû li roja Yekşemê (16ê Mijdara 2025ê) ji bo meydaneka cuda ya guncayî vekişiyan. Niha li wê meydana jêgotî xeteriya şer bi tu rengan li ser wan nemaye.”

PKKê herwesa ragihand: "Piştî vekişîna hêzên me ji ber xeteriya şer di nav sînorên Tirkiyeyê de, ev xweguncandin û vekişîna ji devera Zapê bûye tevlîbûneka kiryarkî ya girîng ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û îradeya me ji bo wê pêvajoyê diyar dike.”

PKK herwesa got: "Em li wê bawerê ne ku ev pêngava nû dê xizmeta çareseriya pirsa Kurdan, aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bike."

Ev jî di demekê de ye ku, PKKê li roja Yekşemê (26ê Cotmeha 2025ê) di pêngaveka dîrokî de vekişîna hemî hêzên xwe ji nav axa Tirkiyeyê ragihand.

Ev pêngav di çarçoveya wê pêvajoya çareseriyê de ye, ya ku di Cotmeha 2024ê de li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin. Piştî banga Abdullah Ocalan, ku li roja 27ê Şibatê bi navnîşanê Banga Aştî û Civaka Demokratîk hat belavkirin û daxwaza danana çekan û hilweşandina PKKê kir, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 1ê Adara 2025ê de agirbest ragihand.

Piştre, di 12ê Gulana 2025ê de, PKKê encamê kongreya xwe ya 12ê ragihand û li ser navê PKKê bal kişand ser bidawîbûna têkoşînê û got: "Gelê me bi hişyarî li pêvajoya aştiyê xwedî derdikeve" û “biryara hilweşandin û bidawîanîna xebata çekdariyê baştir fêm dike”.

 
Fly Erbil Advertisment