Nêçîrvan Barzanî û Osman Baydemîr pêvajoya aştiyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Mijdarê, pêşwazî li siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr kir. Di hevdîtinê de, bi taybetî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û girîngiya serxistina wê hat gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya pêvajoya aştiyê kirin û hemfikir bûn ku serkeftina aştiyê dê bandoreke erênî li ser tevahiya herêmê bike.
Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo proseya aştiyê dubare kir û got: "Divê derfeta aştiyê ji dest neçe û pêwîst e her kes ji bo serxistina wê hewl bide."
Ji aliyê xwe ve, Osman Baydemîr spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji ber rola wî ya di piştgirîkirina pêvajoyê de û hêvî xwest ku hewldanên wî di vî warî de berdewam bin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê jî hatin nirxandin.
