Serok Barzanî û Mistefa Kazimî rewşa siyasî ya Iraq û deverê nîqaş kir

Serok Barzanî û Mistefa Kazimî
Serok Barzanî û Mistefa Kazimî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê yê berê Mistefa Kazimî civiyan û li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê yê berê Mistefa Kazimî kir.

Li gorî ragihandina Baregayê Barzanî, herdu aliyan di wê civînê de bal kêşa ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê dîtin û nêrîn xwe li hev guhertin.

Gera 6ê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) îro (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê hat destpêkirin, ku wekî platformeka girîng ji bo nîqaşkirina paşeroja deverê kar dike.

Korbenda MEPSê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê lidarxistin û hejmareka mezin ji serkirdeyên payebilind ên herêmî û navneteweyî tê de amade dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ligel bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û kesatiyên akademî tevlî vê korbendê bûne.

Armanca sereke ya Korbenda MEPSê ya îsal nîqaşkirina hevrikî û qebxwaziyên niha yên Rojhilata Navîn e, tevî vedîtina çareseriyên demdirêj û bidestxistina aştiyeka herdemî li deverê.

 
Fly Erbil Advertisment