Nûrî Malikî bi rojeva pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gihişt Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, ji bo gotûbêjkirina proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gihişt paytexta Herêma Kurdistanê.
Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, Nûrî Malikî îro 22ê Mijdarê gihişt Hewlêrê. Tê payîn ku di çarçoveya vê serdanê de, Malikî bi Serok Mesûd Barzanî û rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Li gorî zanyariyan, armanca sereke ya serdana Malikî, danûstandina bi aliyên Kurd re li ser şêwazê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û dabeşkirina postên serwerî ye.
Ev serdan piştî wê yekê tê ku çend roj berê çavkaniyên ji Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) û Dewleta Yasa ragihandibûn ku dê şandek bilind serdana Hewlêrê bike.
Çarçoveya Hevahengiyê roja 17ê Mijdar ê civiyabû û ragihandibû, wan "mezintirîn fraksiyona parlamentoyê" pêk aniye. Di wê civînê de, ji bo lezkirina proseya avakirina hikûmetê û danûstandina bi aliyên siyasî re, komîteyek bi endametiya Nûrî Malikî, Hadî Amirî û Falih Feyaz hatibû avakirin.
Hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Iraqê roja 11ê Mijdarê birêve çûbûn. Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, rêjeya beşdariyê di dengdana taybet de ji sedî 82.42 û di dengdana giştî de jî nêzîkî ji sedî 54.35 bû.
