Tevgera Neteweyî ya Şîeyan deriyê Serokwezîran li ser Nûrî Malikî digire
Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdetiya Tevgera Neteweyî ya Şîeyan bi eşkereyî dijîtiya xwe ji bo vegera Nûrî Malikî ji bo ser kursiya desthilatê ragihand û boykota xwe ya siyasî jî wekî peyameka nerazîbûnê wesifand.
Tevgera Neteweyî ya Şîeyan bi serokatiya Muqteda Sedir helwesta xwe ya yekalîker li ser îhtîmalên berbijarkirina Sekreterê Giştî yê Partiya Daweyê Nûrî Malikî ji bo posta Serokwezîrê Iraqê eşkere kir. Serkirdeyekê payebilind ê wê tevgerê tekez kir ku, ew dê bi tu rengan razî nebin ku Malikî wê postê werbigire.
Metirsiya dubarebûna krîzan
Li gorî zanyaran, Tevgera Sedir berbijarkirina Malikî wekî pêngavekê ji bo berdewamkirina wê şkestin û gendeliyê dibîne ya ku bi salan e Iraq ji ber wê dinale. Bi nerîna wan, vegera wî ne tenê dê nebe sedema çespandina aramiya siyasî, belkî dê krîzan zêdetir jî bike.
Taktîka boykotê û manê
Di derheqa rewşa niha ya wê tevgerê de, wî serkirdeyê payebilind ron jî kir ku, biryara boykotkirina pêvajoya siyasî nayê wateya vekişîna bi yekcarî û terikandina meydanê, belkî ev pêngav peyameka eşkere ya nerazîbûnê ye li dijî wê siyaset û wî awayê birêvebirinê yê ku niha li Iraqê tê şopandin û ew tevgir dê li ser çavdêrîkirin û bandorkirina li ser hevkêşeyan berdewam be.
