Serok Barzanî û Konsulê nû yê Îmaratê civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Hewlêrê Ehmed Hesen Ehmed Silêman Şehî kir û pê re pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî nîqaş kir.
Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû li Hewlêrê Ehmed Hesen Ehmed Silêman Şehî kir.
Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê silav û rêzên serokatiya Îmaratê gihandin Serok Barzanî û serkeftina pêvajoya hilbijartinan jî li Serok Barxanî pîrpz kir û hêvî kir ku, encamên hilbijartinan di xizmeta gelê Iraqê de bin.
Konsulê Giştî yê Îmaratê herwesa pesnê pêşketin û vejîna Herêma Kurdistanê jî da û got ku, welatê wî dixwaze têkiliyên xwe di warên aborî, bazirganî, teknolojiya zanyarî, çandinî û warên din de bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.
Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Konsulê nû yê Îmaratê kir û daxwaza serkeftinê jê re kir û tekez kir ku, gelê Kurdistanê herdem nerîneka erênî û dostane li beranberî Îmaratê heye û pêşwaziya berdewamî û pêşxistina têkiliyên di navbera herdu aliyan de kir.
Pêşhat û rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî jî mijareka din a wê hevdîtinê bû.
