Êrîşên DAIŞê bo ser Dêrazorê zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragihand ku, tevî helmetên ewlehiyê yên hevpar ên Hevpeymaniya Navneteweyî û hêzên HSDê ji bo nehêlana çalakiyên DAIŞê, êrîşên DAIŞê li deverên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne zêde bûne.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got ku, êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê nîşan didin ku tevgera şaneyên nivistî yên wê komê zêde bûne, bi taybetî jî li rojhilat û rojavayê Dêrazorê, herwesa êrîşên çekdarên DAIŞê xeterê li ser tenahiya deverê çê dikin.

Rewangeha navbirî amaje jî da ku, şaneyên DAIŞê di dema heftiyekê de neh êrîş li deverên di bin kontrola HSDê de kirine, ku heşt ji wan li Dêrazorê bûn û ya din jî li Hesekeyê bû. Herwesa got ku, hejmara êrîşan ji destpêka îsal ve gihîştiye 224 êrîşan.

Li gorî raportên Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, di wan êrîşan de 98 kes hatine kuştin, 69 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û 13 çekdarên DAIŞê, herwesa 15 sivîl û welatiyekê din ku alîkariya HSDê dikir hatine kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment