Bêgerd Talebanî: Kabîneya Nehem giringiyeke taybet daye pîşesaziya çandiniyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê, di warê veberhênanê de tîşkeke taybet xistiye ser "pîşesaziya çandiniyê".
Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî duh 25ê Mijdarê, di dîdara veberhêner û bazirganên Herêma Kurdistanê û Îranê de ev daxuyanî da.
Sê Stûnên Sereke: Çandinî, Geştiyarî û Veberhênan
Bêgerd Talebanî diyar kir, hikûmetê di sê arasteyên sereke de karên girîng kirine û got: "Niha zemîneke gelek guncaw ji bo hatina geştyar û veberhênerên Îranî û welatên din ên herêmê hatiye amadekirin."
Wezîra Çandiniyê destnîşan kir jî, yasaya veberhênanê ya Herêmê, zemîneyeke guncaw û hêsankarî ji bo sermayedaran pêşkêş dike, da ku ew bikarin sermayeya xwe li vir bixin gerê."
Herwiha Bêgerd Talebanî got: "Di Kabîneya Nehem de, armanc pêşxistina asta veberhênanê bûye, bi taybetî di beşa pîşesaziya çandiniyê (agro-industry) de."
Di dawiya axaftina xwe de, Wezîra Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê tekez kir, siyaseta giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû kertên ciyawaz de, ber bi pêşxistina asta veberhênanê ve ye.
