Operasyonên Hevbeş: Êrîşa li ser Kormorê kiryareke terorîstî ya metirsîdar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi tundî êrîşa droneyî ya li ser Kêlgeha Kormorê ya Gazê şermezar kir û ragihand, armanca vê êrîşê têkdana ewlehiya aborî û jêrxana enerjiyê ya welat e.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş îro 27ê Mijdarê di daxuyaniyekê de,  hûrgiliyên êrîşê eşkere kirin û ragihand: "Demjimêr 23:30ê şeva Çarşemiyê (26ê Mijdara 2025an), Kêlgeha Kormorê rûbirûyê êrîşeke têkderane bû. Di encamê de tankeke sereke ya embara gazê şewitî, lê xweşbextane ti ziyanên canî çênebûn."

Fermandariyê ev êrîş wekî "kiryareke terorîstî ya metirsîdar" pênase kir û tekez kir ku ev hewldanek e ji bo astengkirina aramiya ewlehî û aborî ya Iraqê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ev êrîş gefeke rasterast e li ser berjewendiyên giştî û bandoreke neyînî li ser tora elektrîkê dike, bi taybetî li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê."

Bandora êrîşê

Li gorî zanyariyan, êrîş bi rêya droneyeke nenas hatiye kirin. Ji ber vê yekê, hinardekirina gazê bo wîstgehên elektrîkê rawestiya û demjimêrên dayîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav kêm bûn.

Kêlgeha Kormorê ku ji aliyê kompaniya "Dana Gas" û hevbeşên wê ve tê birêvebirin, stûna sereke ya elektrîka Herêma Kurdistanê ye. Ev kêlgeh:

- Bi rêya boriyekê bi dirêjahiya 180 kîlometreyan gazê dide wîstgehên Çemçemal, Bazyan û Hewlêrê.

- Zêdetirî 2 hezar megawat elektrîk dabîn dike.

- Piştî projeya berfirehkirinê (KM250), şiyana berhemhênana wê gihîştiye nêzîkî 750 mîlyon pê sêca (scf) di rojê de.

Zincîreya êrîşan

Di çar salên borî de, Kormor gelek caran bûye armanca êrîşên mûşekî û droneyî:

- Çile 2024: Berhemhênan rawestiya.

- Hezîran 2024: Di êrîşekê de 4 karkerên Yemenî jiyana xwe ji dest dan.

- Sibat 2025: Zincîreya êrîşan dubare bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment