Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe bo Konsulê Çîkê li Hewlêrê tekez kir

Mesrûr Barzanî û Lukasz Gyric
Mesrûr Barzanî û Lukasz Gyric

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo erkê nû yê Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê piştrast kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê ragihand: “Me pîrozbahiya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê Lukasz Gyric kir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye: “Me piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê diyar kir.”

Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çîkê li Herêma Kurdistanê jî daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: “Me êrîşa terorîstî ya li ser Zeviya Kormorê û jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bi tundtirîn awa şermezar kir.”

 

 
Fly Erbil Advertisment