Hacibektaşoglu: Gotara Serok Barzanî ya li Cizîrê xizmeteke mezin ji bo aştiyê dike

Stenbol (K24) – Serdana Serok Barzanî karvedaneke berfirej li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dirûst kiriye. Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê dibêjin, serdana Serok Barzanî her çend kiraseke çandî û edebî li xwe bigre, piştgiriyeke tam e bo pêvajoya aşitiyê. Heke îro pêvajoya aşitiyê pêşvetir çûbe, ji ber alîkariya tam a Serok Barzanî ye.

Careke din di pêvajoyeke nû ya aşitiyê de Serok Barzanî li bakurê Kurdistanê ye. Ev serdan her çend armanceke xwe ya çandî û edebî hebe, peyamên siyasî jî li xwe girt.

Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê jî balê dikşînin ser girîngiya vê peyamê û dibêjin, heke îro pêvajoya aşitiyê pêşvetir çûbe, ji ber alîkariya tam a Serok Barzanî ye.

Yasanas Pinar Hacibektaşoglu ji K24ê re got: “Serok Barzanî hemû jiyana xwe bo rêbertî û doza gelê xwe terxan kiriye û ew îro jî heman tiştî dike. Kesê herî zêde piştgiriya pêvajo borî ya çareseriyê kiribû û rol gerandibû ew bû û niha jî dîsa amadebûna xwe bo alîkariyê radigihîne. Ji ber ku Serok Barzanî pir baş dizane pêwendiyên aşitîxwaz ên digel cîranan paşarojek geş bo Herêma Kurdistanê jî tîne. Şerê PKKyê mixabin rêgirê pêwendiyên geştir bû. Îro heke PKK çek danîbe, pêvajo pêşvetir çûbe rola Serok Barzanî gelek zêde ye. Helbest û gotara Serok Barzanî ya li Cizîrê xizmeteke mezin bo pêvajoyê dike.”

Wergerê her du cîldên Serok Barzanî yên bi navê Barzanî û Tevgera Azadî û Netewî ya Kurdî, Wehdettîn Înce jî diyar dike ku, serdana Serok Barzanî ji edebiyatê heta siyaset û neteweperwerî gelek peyaman li xwe digre.

Nivîskar Wehdettîn Înce dibêje: "Serok Barzanî bi hatina xwe vê dibêje; hûn xêrê bixwazin, ez hevkarekî we me di xêrê de. Hûn aştiyê bikin, ez tê me Diyarbekirê jî, tê me Cizîrê jî, piştevaniya we dikim. Gava ku hun şer dixwazin, pevçûn dixwazin, kuştin dixwazin, wellah oxira we ya xêrê be, ez tevlî nabim. Rêyekê datîne pêşiya welatên ku di nava sînorên wan de Kurd hene. Eve ku hûn çawa bikin bikin, hûnê rojekê werine ser rêya vê heqîqetê ku Kurd ji hev cuda nabin, ji hev naqetin, sînor hebin jî dîsa jî bi hev re ne, derdê wan yek e, bi hev re eleqeder dibin. Mesaja wî ya giring ew e ku Kurd namirin, Kurd naçin, heta ku Melayê Cizîrî hebe. Melayê Cizîrî hebe, Kurdî jî heye."

Serok Barzanî, li Cizîrê herwiha serdana Medreseya Sor, gorên Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, Nebî Nuh û Şerafeddîn Elçî jî kir û bi heman germî û kelecaniya ku hatibû pêşwazîkirin hate oxirkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment