Şanda Encûmena Asayişa Navdewletî li Şamê bi Ehmed Şera re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke bilind a Encûmena Asayişa Navdewletî ku ji nûnerên 15 welatên endam pêk tê, îro 4ê Berçile gihîşt Şamê û ligel Serokê Sûriyê yê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şera civiya.
Civîn li Koşka Gel û bi amadebûna hejmarek ji wezîr û berpirsên Hikûmeta Sûriyê birêve çû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê, ev serdan xwedî giringiyeke taybet e û wekî "nameyekê" tê pênasekirin ku piştgiriya Civaka Navdewletî ji bo "Sûriyeya Nû" nîşan dide.
Hat ragihandin, şanda navdewletî dê li Şamê hejmarek hevdîtinên din jî pêk bîne. Di van hevdîtinan de, pêşhatên dawî yên siyasî û mirovî, tevî hewldanên girêdayî jinûve avakirina Sûriyê dê werin gotûbêjkirin.
Beriya civîna li gel Şera, şandeya Encûmena Asayişê serdana Taxa Cobar kir û ji nêz ve çavdêriya wêraniya li wê deverê kir. Her wiha şandeyê serdana hinek cihên dîrokî yên li Şama Kevin jî kir.
