Parêzgarê Dihokê: Ala Kurdistanê nasnameya me ye û divê li her derê bê bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê Elî Teter di merasîma Roja Alaya Kurdistanê de ragihand, ala nasnameya neteweyî ye û divê her tak û damûdezgayek bi nirxeke bilind û cuda li vê rojê binêre.

Îro Çarşemê 17ê Kanûna Pêşîn a 2025an, 

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 17ê Berçileyê di konfêranseke rojnamevanî tekez kir, pêwîst e li her derê cîhanê, çi li malan be û çi li rêveberî û fermangehan be, Alaya Kurdistanê bilind bê ragirtin.

Elî Teter got: "Îro li Dihok û derdora wê, li tevahiya damûdezgehên hikûmî û rêxistinên medenî û siyasî, Alaya Kurdistanê bi şanazî hatiye bilindragirtin."

Di dawiya axaftina xwe de, Parêzgarê Dihokê got: "Wekî takekesekî Kurd, em dixwazin û hêvî dikin ku hemû rojên me Roja Alayê bin. Çimkî ala nasnameya me ye, lewma divê rêz jê re bê girtin û her roj bilind bimîne."