Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Êzdiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Rojiyên Êzî, pîrozbahiyê li Mîrê Êzidiyan û xwişk û birayên Êzidî dike û tevahiya piştevaniya xwe ji bo wan tekez dike.
Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi helkefta hatina Cejna Rojiyên Êzî, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Mîrê Êzdiyan, rêzdaran Babeşêx, Civata Ruhanî û hemû xwûşk û birayên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her dera cîhanê dikim. Hêvîdar im hemû cejneke xweş û aram derbas bikin.
Di vê boneya pîroz de, em careke din hemû piştgirîya xwe ji bo xwûşk û birayên Êzdî û parastina mafên wan dubare dikin. Wan piştrast dikin ku hewldanên me ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan û avakirina dever û cihên wan, dê berdewam bin.
Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.12.2025