Parêzgarê Hewlêrê: Planeka baş bo pêşwazîkirina geştiyarên sersalê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê got: “Hemî amadekariyên îdarî û ewlehiyê yên pêşwazîkirina geştiyaran di bêhnvedana sersalê de hatine kirin.” Amaje jî da, “Ji ber hêsankariyên ku li xalên kontrolê hatine dabînkirin, tê pêşbînîkirin ku li dawiya vê salê hejmareka pîvankî ya geştiyaran serdana paytexta Herêma Kurdistanê bike.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Şemî, 20.12.2025) di konferanseka rojnamevanî de tekez kir: “Di navbera dezgehên hikûmetê û dezgehên ewlehiyê de hevahengiyeka ast bilind ji bo danana planeka tevgir heye.”

Omêd Xoşnaw herwesa ragihand: “Li gorî wê bernameya ku bi Birêvebiriya Geştiyariyê û Asayîşa Xalên Kontrolê re hatiye danan, gelek amadekarî ji bo welatiyên parêzgehên naverast û başûrê Iraqê tên kirin da ku bikarin bê pirsgirêk bigihîjin nav Hewlêrê.”

Navbirî herwesa bang li welatiyên naverast û başûrê Iraqê kir ku, Hewlêrê wekî cihê man û derbazkirina bêhnvedana xwe hilbijêrin. Herwesa ew piştrast kirin ku, hemî dezgeh di xizmeta geştiyaran de ne da ku bêhnvedaneka aram derbaz bikin.

Pêşkeftina sektora geştiyariyê li Hewlêrê di salên dawiyê de bûye yek ji çavkaniyên herî girîng ên dahatê ji bo sektora taybet û sûkên Herêma Kurdistanê.

Her sal bi nêzîkbûna bêhnvedanên neteweyî û cîhanî re, Hewlêr ji ber aramiya ewlehiyê û hebûna navendên geştiyariyê yên modern ji bo geştiyarên navxweyî û yên welatên cîran dibe cihekê balkêş.

Ev amadekariyên parêzgeha Hewlêrê di çarçoveya stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, ji bo zêdetir pêşxistina jêrxaneya geştiyariyê û peydakirina jîngeheka guncayî ji bo pêşwazîkirina mêvanan.