Şeybanî: HSD bersiva pêşniyara me ya leşkerî daye û em wê dinirxînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Wezareta Berevaniyê pêşniyareke leşkerî pêşkêşî HSDê kiribû û wan duh bersiva xwe wergirtiye.
Piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Şeybanî derbarê pêvajoya têkelkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nava Artêşa Sûriyeyê de ragihand, HSDê di demên borî de niyeteke cidî ji bo cîbicîkirina Rêkeftina 10ê Adarê nîşan nedaye. Herwiha got: "Berevajî vê yekê, bi şêwazeke plankirî xwe ji cîbicîkirina rêkeftinê paşde didan."
Bersiva HSDê tê nirxandin
Şeybanî aşkere kir jî, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê beriya çend rojan pêşniyareke taybet a leşkerî pêşkêşî HSDê kiribû û bersiv duh gihiştiye destê Wezareta Berevaniyê.
Şeybanî got: "Niha em bersiva wan (HSD) gotûbêj dikin ka gelo ev şêwaza tevlîbûnê ji bo serweriya Sûriyeyê guncaw e yan na. Em ê di demeke nêz de aliyê Amerîkî ji biryara xwe agahdar bikin."
Serdana Şanda Tirkiyeyê
Derbarê serdana şanda Tirkiyeyê ya bi serokatiya Hakan Fîdan de jî, Şeybanî diyar kir, wan bi Serok Ehmed Şera re mijarên girîng ên wekî hevkariya aborî (piştî rakirina cezayên Amerîkayê), hevkariya istixbaratî û leşkerî, vegera penaberan û têkoşîna dijî DAIŞê gotûbêj kirine.
Şanda Tirkiyeyê ku ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler pêk dihat, duh Duşemê 22ê Berçileyê gihîştibû Şamê û bi Serokê Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyabû.