Stephane Dujarric: Di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetirî 100 hezar kesan ji Tehranê derketine
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Neteweyên Yekgirtî ragihand: Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşan de 70 kes hatine kuştin û zêdetir ji 450 kesan jî birîndar bûne. Bizavên me yên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşî û aloziyan berdewam in.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric îro (Pêncşem, 5ê Adara 2026ê) ragihand: Girtina sînorê asmanî bûye sedema rawestandina alîkariyên mirovî û kelûpelên bazirganiyê, ev jî dibe sedema bilindbûna bihayên enerjî û xwarinê. Li gorî Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Penaberan di du rojên pêşiyê yên şer de zêdetir ji 100 hezar kesan ji Tehranê reviyane.
Stephane Dujarric herwesa got: Encamên vî şerî bandor li ser Libnanê jî kiriye. Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşan de 70 kes hatine kuştin û zêdetir ji 450 kesan jî birîndar bûne. Bizavên me yên dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşî û aloziyan berdewam in. Tîmên me alîkariyên xwe ji bo Libnanê zêdetie dikin, 70 hezar danên xwarinê ji bo 70 hezar awareyan dabîn kirine.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî tekez li ser wê yekê kir ku, divê bizav ji bo kêmkirina aloziyan berdewam bin.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.