Tirkiye.. Xebata Komîsyona Aştiyê du mehên din hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi piraniya dengên endamên xwe biryar da ku, karê xwe du mehên din dirêj bike.

Xebata Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekîtiya Neteweyî ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê di dawiya vê salê de biqede, lê aliyên di wê komîsyonê de raporta xwe li ser guhertinên qanûnî yên têkildarî pêvajoya aştiyê pêşkêşî Serokê Parlamentoyê kir.

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku, wê komîsyonê di civîna îro (Çarşem, 24.12.2025) de bi piraniya dengên endamên xwe biryar da ku xebata xwe du mehên din dirêj bike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî ji aliyê xwe ve di gotarekê de amaje da ku, divê pêngavên aştiyê bi lez bên avêtin ji ber ku derfeteka dîrokî li pêşiya Tirkiyeyê heye û divê neyê windakirin.

Ew komîsyon ji bo amadekirina bingeha qanûnî ji bo pêvajoya bêçekkirina PKKê û çareserkirina pirsgirêkan hat damezrandin. Ev komîsyon heta niha 20 caran civiyaye.

Nîqaş û nêrînên aliyan di civîna îro de:

CHP daxwaz dike ku itîraf bi hebûna pirsa Kurdan bê dan, qanûna terorê bê guhertin û azadî bên garantîkirin.

Dem Partî rexneyê li CHPê dike ku pêşniyarên kiryarkî û berçav di raportên wan de nînin û daxwaza raporteka berfirehtir dike.

AKP û MHP tekez dikin ku nabe destûr û yekparçeyiya axê bên guhertin û wê pêvajoyê tenê di çarçoveya "Tirkiyeya bê teror" de dibînin.