‘Waliyê Şamê’ yê DAIŞê di operasyoneke hevpar de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Sûriyeyê ragihandin, bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî, serkirdeyê herî payebilind ê DAIŞê li parêzgeha Gundewarê Şamê hat girtin.

Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a Gundewarê Şamê Emîd Ehmed Dalatî îro 25ê Berçileyê di daxuyaniyekê de eşkere kir, yekîneyên wan ên taybet bi hevkariya Dezgeha Hewalgiriya Giştî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, berbanga îro operasyoneke "serkeftî" li dijî şikefteke DAIŞê li bajarê Muademiyeya Şamê pêk anîn.

Emîd Dalatî destnîşan kir, di encama vê operasyonê de, berpirsê DAIŞê yê li Şamê (yê ku wekî Waliyê Şamê tê naskirin) Taha El-Zûbî (Ebû Omer Tebye) ligel hejmarek alîkarên xwe hat girtin. Her wiha di dema girtinê de, demançe, çekên şer û kembereke teqemeniyê jî li cem wî hatin desteserkirin.

Dalatî ev operasyon wekî "derbeyeke kujer" ji bo rêxistinê pênase kir û got: "Peyama me ji bo her kesê ku bixwaze tev li terorê bibe yan jî alîkariya DAIŞê bike zelal e: Destê edaletê dê bigihîje we. Ewlehiya Sûriyeyê xeta me ya sor e û em ê bi destê hesinî li her mayîna terorê bixin."

Ev operasyon piştî wê yekê tê ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di 20ê Berçileyê de ragihandibû, wan zêdetirî 70 armancên DAIŞê li navenda Sûriyeyê bombebaran kirine. Di wan êrîşan de herî kêm 5 endamên DAIŞê hatibûn kuştin.

Di meha Mijdara borî de, piştî serdana Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ya ji bo Washingtonê, Sûriye bi fermî tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bûbû.