Mustafa Karasu: Divê ‘Mafê Hêviyê’ bikeve rojevê û Tirkiye gavan bavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu derbarê pêvajoya aştiyê û geşedanên dawî de tekez kir, ji bo serkeftina pêvajoyê, divê mijara "Mafê Hêviyê" di rojevê de be.

Mustafa Karasu îro 26ê Berçileyê di daxuyaniyekê de ji bo medyaya nêzîkî PKKê ragihand, divê hemû alî bi awayekî erênî bersiva bangawaziya Abdullah Ocalan bidin. Karasu destnîşan kir, tenê bi rêya vê pêvajoyê biratiya rastîn a Kurd û Tirkan pêkan e û got: "Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem biçe serî, pêdivî ye ku 'Mafê Hêviyê' bikeve bernameya xebatê ya hikûmetê."

Karasu bal kişand ser çalakiya şewitandina çekan a PKKê û diyar kir, wan gava xwe ya herî mezin havêtiye û bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku ji bo serkeftina aştiyê were pêş û pêngavên cidî û pratîkî bihavêje. 

Karasu herwiha rexne li helwesta Partiya Gel a Komarî (CHP) girt ku di pêvajoya hevdîtinên ligel Îmraliyê de, ti nûnerên xwe diyar nekirine.

Peywendiyên Şam-HSD û Helwesta Tirkiyeyê

Endamê Rêveberiya KCKê di axaftina xwe de behsa "Peymana 10’ê Adarê" ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de jî kir. Karasu diyar kir ku li ser vê peymanê şiroveyên cuda hene, lê ya giring ew e ku Tirkiye dest ji dijminahiya li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê berde û dawî li wan aloziyan bîne ku li ser sînoran çêdike.

Mustafa Karasu di dawiyê de tekez kir jî, çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Bakur, dê bandoreke erênî li seranserê Rojhilata Navîn bike.