Hewraman: Bi 36 deverên geştyarî ve salane mêvandariya mîlyonek kesî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Hewramanê ya li Herêma Kurdistanê, bi xwezaya xwe ya bêhempa û projeyên nûjen, di her çar demsalên salê de bala geştyaran dikişîne. Tevî ku demsala zivistanê ye jî, Hewraman bi dîmenên xwe yên nû û şêwazên cuda yên malên geştyariyê, bûye navenda sereke ya geşt û guzarê.

Li Hewramanê ji bo rakêşana bala geştyaran, projeyên nû û modern tên cîbicîkirin. Yek ji xwediyê van projeyan, Pêşang Selam, ji Kurdistan24ê re ragihand, wî bîr û ramanên xwe ji welatên biyanî girtine û li Hewramanê malên geştyariyê (kabîn) yên bi şêwazekî taybet ava kirine. Selam diyar kir ku ev projeyên nû dibin sedem ku geştyar hîn bêtir demê xwe li vê herêmê derbas bikin.

Hejmareke mezin a geştyaran ji bajarên wekî Silêmanî, Helebce û deverên cuda yên Iraqê serdana Hewramanê dikin. Kevwan Mihemed, ku wekî geştyar ji bo dîtina dîmenên payîz û zivistanê çûye Hewramanê, bal kişand ser guncaviya nirxan û kalîteya xizmetguzariyan û got: "Dîmenên vir û şêwazê van xaniyan mirov dikişînin ser xwe. Em kêfxweş in ku cihên weha li welatê me hene."

Li gorî amaran, li sînorê parêzgeha Helebceyê bi giştî 36 deverên geştyarî hene ku piraniya wan li herêma Hewramanê ne. Salane nêzîkî mîlyonek geştyar serdana van deveran dikin. Ev tevgera geştyariyê bandoreke pir erênî li ser aboriya herêmê dike û derfeta kar ji bo xelkê gund û şarokeyên Hewramanê peyda dike.

Hewraman ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, lê ji bo geştyarên ji naverast û başûrê Iraqê jî wekî "buhişta herêmê" tê dîtin. Pisporên geştyariyê pêşbînî dikin ku bi zêdebûna projeyên modern re, ev hejmar di sala 2026an de hîn bêtir zêde bibe.