Komên çekdar Bendava Tişrînê topbaran kirin: 3 şervanên HSD'ê birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandina HSD’ê ragihand, komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran kirine û di encamê de 3 şervanên wan birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên îro daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, îro saet di 16:00’an de, komên çekdar ên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, bi top û çekên giran êrişî derdora avahiya Bendava Tişrînê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
HSD’ê destnîşan kir ku ev êriş di demekê de pêk tê ku herêm di bin peymana agirbestê de ye. Hat ragihandin ku ev kiryar binpêkirineke eşkere ya peymanan e û armanca wê têkdana aramî û seqamgiriya herêmê ye. Di encama vê topbarana dijwar de, hat piştrastkirin ku 3 şervanên HSD’ê birîndar bûne.
Bendava Tişrînê ku li ser çemê Firatê hatiye avakirin, ji bo peydakirina av û elektrîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji navendên herî stratejîk e. Êrişên bi vî rengî ne tenê leşkerî ne, lê di heman demê de metirsiyeke mezin li ser jiyana karkerên bendavê û welatiyên sivîl ên li derdorê çêdike.