CENTCOM: Leşkerên Amerîkî yên li ser keştiyan rojane 12 hezar hêkan dixwin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê jiyana rojane û dabînkirina xwarinê ya leşkerên xwe yên li Rojhilata Navîn de amarên balkêş parve kirin. Li gorî daneyan, rojane bi hezaran hêk ji bo leşkerên li ser keştiyên şer tên amadekirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser hesabê xwe yê tora civakî "X", bal kişand ser qebareya mezin a xwarina ku leşkerên wan li ser keştiyên firokehilgir (aircraft carrier) dixwin.
Li gorî amarên fermî, tenê li ser keştiya firokehilgir a "Abraham Lincoln", leşker rojane 4 hezar hêkan dixwin. Ji ber ku niha li avên Rojhilata Navîn sê komên keştiyên firokehilgir hatine bicihkirin, hejmara hêkên ku rojane tên xwarin digihîje 12 hezar daneyan.
Ji destpêka sala 2026an ve û ji ber rageşiya bi Îranê re, Amerîkayê mezintirîn hêza xwe ya deryayî li herêmê kom kiriye. Ji bo yekem car piştî sala 2003an, sê keştiyên mezin ên firokehilgir bi navên "Abraham Lincoln", "Gerald Ford" û "George Bush" bi hev re li Deryaya Sor û Okyanûsa Hindî erkdar in.
Ev hêza deryayî ya Amerîkayê zêdetirî 15 hezar leşker û bi dehan firokeyên şer di nava xwe de dihewîne. Ji bo têrkirina vê artêşê, tîmên lojîstîk rojane nêzîkî 18 hezar danên xwarinê amade dikin.
Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî, ev leşker ji bo cîbicîkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê di amadebaşiyê de ne. Hemû pêdiviyên wan ên xwarin û lojîstîkê bi rêya "pira asmanî û deryayî" bi awayekî berdewam ji bo keştiyan tên veguhastin.