Hevdîtina Yasemîn û Zeytûnê: Çanda Efrînê li Şamê hat pêşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Şamê, di bin navê "Hevdîtina Yasemîn û Zeytûnê" de pêşangehek hat lidarxistin. Di çalakiyê de mîrata dewlemend a gelê Kurd û çanda Efrînê bi rengên hunerî û cilûbergên resen hatin nîşandan.

Di çalakiyeke çandî û hunerî de li paytexta Sûriyeyê bajarê Şamê, huner bû pirek ji bo naskirina nasnameyan û nêzîkbûna çandan. Di pêşangeha "Hevdîtina Yasemîn û Zeytûnê" de, bi sedan tablo û berhemên hunerî yên ku behsa dîroka Kurd û herêma Efrînê dikin, hatin pêşkêşkirin. Armanca çalakiyê gihandina peyama aştiyê û nîşandana hêza pir-rengiya çandî ya civaka Sûriyeyê bû.

Cilûbergên resen û nasnameya Kurdî

Di pêşangehê de cilûbergên kelaşîk ên Efrînê bi reng û nexşên xwe yên taybet bal kşandin. Beşdarbûya bi navê Henadî Çoman, ku bi cilên Efrînî beşdar bûbû ji Kurdistan24ê re got: "Min xwast cilên kultûrî yên Efrînê li xwe bikim da ku çanda resen a herêmê nîşan bidim. Di vê pêşangehê de me pir-rengiya çandî dît; ev karekî pir ciwan bû û xelk pê gelekî şa bû."

Huner wekî zimanê hevbeş

Hunermend û zarokan jî bi şano û tabloyan mîrata Kurdî pêşkêş kirin. Rûsêl Xelîl, ku yek ji beşdarên pêşangehê bû, diyar kir ku wan bi 6 tabloyan beşdarî kiriye û got: "Em kultûra Kurdî bi taybetî ya Efrînê nîşan didin. Her tabloyek ku me amade kiriye, derbirîna nasname û dîroka me ye."

Çavdêr û pisporên çandî destnîşan dikin ku lidarxistina çalakiyên bi vê rengî di navenda Şamê de, ji bo zêdekirina têgihiştina nifşên nû derbarê nirxê pir-rengiya civakî de gelekî girîng e. Huner wekî zimanê herî bandor tê dîtin ku dikare peyamên biratî û nasnameyê bigihîne her kesî.