Şaxewan Ebdila postekê nû wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Yekşem, 04.012026) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq re ragihand ku, guhertin di posta Serokatiya Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê de hatiye kirin.
Li gorî wê çavkaniyê, Şaxewan Ebdila wekî Serokê nû yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatiye destnîşankirin û dê li cihê serokê pêştir ê wê fraksiyonê Ferhad Etrûşî dest bi xebatê bike.
Ev biryar di çarçoveya guhertinên navxweyî yên PDKê û rêxistina karên wê fraksiyonê li Bexdayê de ye.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li roja Sêşemê (30.12.2025) Şaxewan Ebdila ji berbijariya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê vekişand û Serokê Fraksiyona PDKê Ferhad Etrûşî li şûna wî dana.
Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan, ev biryara PDKê piştî hejmareka hevdîtin û civînên li gel serkirde û berpirsên aliyên siyasî yên di nav Parlementoya Iraqê de hatiye dan.