Patrîk Mar Awayê Sêyê: Em spasiya Serok Barzanî dikin

Patrîk Mar Awayê Sêyê
Patrîk Mar Awayê Sêyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Patrîk Mar Awayê Sêyê ragihand ku, çêkirina Monumenta Şehîdên Aşûrî li Sêmêlê rêzgirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo qurbaniyên jenosîda 1933ê. Herwesa ji bo piştgiriya wê projeyê jî spasiya Serok Barzanî kir.

Patrîkê Dêra Rojhilatê ya Aşûrî li Cîhanê Patrîk Mar Awayê Sêyê îro (Yekşem, 04.012026) di merasîma danana kevirê bingehîn ê Monumenta Şehîdên Aşûrî de li bajarkê Sêmêlê ragihand: “Ev proje wekî rêzgirtineka hejî ye ji bo şehîdên jenosîda 1933ê ku di derheqa Aşûriyan de hatibû kirin.”

Patrîk Mar Awayê Sêyê pesna helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beranberî bicihanîna vê projeyê û bersivdana daxwazên wan da; xasma jî spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin, ji bo piştgiriya wî ya ji bo wê projeyê. Tekez jî kir ku, karên wê projeyê dê di demeka nêzîk de bên temamkirin.

Patrîkê Dêra Rojhilatê ya Asûrî di pareka din a gotinên xwe de bal kişand ser zirarên armanckirina Asûriyan li sala 1933ê û got: "Di wê jenosîdê de, 3 hezar heta 5 hezar Asûriyan bikom hatin kuştin, ku jin, pîr û kal, zarok û rêberên olî jî di nav wan de hebûn. Rufatên wan hîn jî li vê derê mane."

Patrîkê navbirî tekez jî kir: "Ev di dîroka Asûriyan de bûyereka yekcar mezin û bibandor e." Herwesa got: "Birînên vê jenosîdê heta îro jî nehatine çareserkirin û çareser nabin jî heta ku hikûmeta Iraqê bi rengekê fermî itîrafê bi wê jenosîdê neke û hemî berpirsiyariyên qanûnî û dîrokî yên wê tawanên bi stûyê xwe ve negire."