Êzidiyên Helebê daxwaza alîkariyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Êzidiyên xwecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, ku yek hezar û 200 malbat in, rûbirûyî bombebarankirin û derxistinê bûne û daxwaza alîkariyê dikin.
Êzidiyên şêniyên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di bangeka bilez de ji bo Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan li Iraqê, nûnerên Êzidiyan li Parlementoya Iraqê û deste û rêxistinên Êzidiyan ên hundirîn de daxwaza alîkariyeka bilez dikin.
Di banga wan de hatiye gotin: “Em bang li we dikin ku hûn yekser desttêwerdanê bikin û bi aliyên peywendîdar li Sûriyeyê, civaka navneteweyî û aliyên girêdayî dozên mirovî û parastina mafên kêmaniyan re têkiliyê daynin, da ku rê li komkujiya Êzidiyên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dorpêçkirî ne an jî aware bûne bigirin.”
Wan tekez jî kiriye: “Em nîgeranî û tirsa xwe ya li ser dubarebûna trajediyeka mîna ya ku li Suweydayê û peravên Sûriyeyê qewimî diyar dikin; herwesa ji bo ku Êzidî ji ber cudahîyên xwe yên olî rastî heman çarenivîsê nebin.”
Dubare jî kiriye: “Em hêvî dikin ku hûn zû li dû daxwaza me bên, ji bo parastina xizmên me û misogerkirina silametiya wan.”