Rûniştina yekê ya darizandina Lahûr Şêx Cengî tê lidarxistin

Lahûr Şêx Cengî
Lahûr Şêx Cengî

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe rûniştina yekê ya darizandina Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî bê lidarxistin.

Çavkaniyeka nêzîkî Lahûr Şêx Cengî îro (Yekşem, 11.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Rûniştina yekê ya darizandina Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî dê sibe (Duşemê, 12.01.2026) saet 09:00 ê sibehê li Dadgeha Tawanan a Silêmaniyê bê lidarxistin."

Herwesa çavkaniyeka din ji Bereyê Gel, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Kurdistan24ê re got: "Piştî ku sibe rûniştina yekê ya darizandina Lahûr Şêx Cengî li Silêmaniyê tê lidarxistin, em wekî Bereyê Gel heke em destwerdana siyasî di dozê de hîs bikin an jî gumanên me li ser pêvajoyê hebin, em dê daxwaz bikin ku darizandin ji bo Hewlêrê bê veguhastin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da: "Tîma parêzerên Lahûr Şêx Cengî daxwaz kiriye ku, Dadgeha Pêdaçûnê hûrbîniyê di wê dozê de bike."

Hejmareka hêzên ewlehî û leşkerî li roja 22ê Tebaxa 2025ê êrîş kir ser bingeha Serokê Bereyê Gel Lahûr Şêx Cengî li Hotela Lalezarê. Di encamê de, hejmareka kesan hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Piştî zêdetir ji sê saetan ji şer û pevçûnan, Lahûr Şêx Cengî, Polad Şêx Cengî û hejmareka serkirde û birêvebirên Bereyê Gel hatin girtin.

Pêştir Bafil Talebanî li roja 8ê Tîrmeha 2021ê biryar da ku Lahûr Şêx Cengî û çend endamên serkirdetiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê (YNK) ji kar dûr bixe. Yên ku hatibûn derxistin paştir damezrandina Bereyê Gel ragihand, ku li roja 17ê Çileya 2024ê destûra fermî ji Wezareta Navxwe wergirt.