HSD: Wezareta Berevaniyê ya Şamê agahiyên derew belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandina HSD’ê îdiayên derbarê liv û tevgera leşkerî ya hêzên wan ên li eniya Dêr Hafirê derewand. Herwiha eşkere kir, li herêmê êrişên dironên xwekuj û topbarana faksiyonên girêdayî hikumeta Şamê û firokeyên dewleta Tirk berdewam dikin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên "Wezareta Berevaniyê" ya hikumeta Şamê da. HSD’ê diyar kir, nûçeyên derbarê sewqiyata leşkerî ya li eniya Dêr dûrî rastiyê ne.
Di daxuyaniya HSD’ê de hat destnîşankirin, li herêmê ti amadekarî yan tevgerên leşkerî yên derveyî asayî nîn in. Hat eşkere kirin ku sedema kombûna xelkê li wê herêmê ne leşkerî ye, lê belê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşwazîkirina birîndarên ku ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dihatin, li wir kom bibûn.
Êrîşên bi dronên xwekuj û topbaran
HSD’ê bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya li herêmê û diyar kir ku berevajî îdiayên hikumetê, li herêmê êrişeke dijwar heye. Li gorî daxuyaniyê:
- Li ser asîmanê Bendava Tişrînê û derdora wê, tevgera dironên xwekuj ên komên girêdayî hikumeta Şamê heye û herêm bi giranî tê topbaran kirin.
- Li herêma Dêr Hafir, gundewarên wê û herêma Zeviya El-Sewra, bi dironên xwekuj û topbaranê êriş pêk hatine.
- Dronên dewleta Tirkiyeyên yên cureyê "Bayraktar" û "Akinci" li ser asîmanê herêmê di nava tevgerê de ne.
Belgeyên êrişan hatin parvekirin
Navenda Ragihandina HSD’ê herwiha wêneyên parçeyên topên "Bayraktar" ên ku saziyek li herêma Meskenê armanc girtibû, wek belge pêşkêşî raya giştî kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên HSD’ê rewşê ji nêz ve dişopînin û li dijî her cure êrişan di amadebaşiyê de ne.