Xoşnaw: Serok Barzanî ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyê hemû derfetên dîplomatîk bikar anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, peyama Serok Mesûd Barzanî ya derbarê penaberên Sûrî de, bingeha siyaseta Herêma Kurdistanê û prensîpa pêkvejiyanê nîşan dide. Xoşnaw eşkere kir ku niha tenê li Hewlêrê zêdetirî 350 hezar penaberên Sûrî dijîn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 13ê Çileyê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û derbarê alozî û bertekên li dijî penaberên Sûrî de daxuyaniyên girîng dan. Xoşnaw destnîşan kir, peyama Serok Barzanî ne tenê daxuyaniyek e, lê belê nexşerêya çanda lêborîn û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê ye.

Hewldanên dîplomatîk ên Serok Barzanî

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser hewildanên dîplomatîk ên Serok Barzanî û diyar kir, Serok Barzanî bi dehan peywendiyên taybet û dîplomatîk, bi taybetî bi navendên biryarê yên navneteweyî û herêmî re pêk aniye, da ku şerê li Helebê bisekine û Kurdên li Sûriyeyê ji êrîşan werin parastin.

Omêd Xoşnaw bal kişand ser peyama dawî ya Serok Barzanî ya derbarê parastina penaberên Ereb ên Sûrî de û wiha got: "Peyama Serok Barzanî nîşaneya nêrîna kûr a Herêma Kurdistanê û prensîba pêkvejiyanê ye. Serokatiya me her tim hewl daye ku nakokiyên siyasî yên li herêmê nebin sedema şerê mezhebî û tayîfî. Em naxwazin ti kes ji ber nasname an jî mezheba xwe bibe armanc."

"Kêşeya me bi gelan re nîn e"

Xoşnaw destnîşan kir, gelê Kurdistanê di dîrokê de, bi taybetî di salên 1988 û 1991ê de, rastî karesat û qirkirinên mezin hatiye, lê tevî vê yekê jî Serok Barzanî her tim banga lêborînê kiriye. 

Xoşnaw wiha axivî: "Kêşeya gelê Kurdistanê ti carî bi gelên cîran re nebûye. Pirsgirêka me bi wan rejîm û desthilatdarên ku hebûna Kurdan red dikin re heye. Ew welatiyên Sûrî yên li vir in, beşek ji wan tawanan nîn in ku li Helebê yan li Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Ji ber vê yekê, nabe ew bibin armanc."

350 hezar penaber li Hewlêrê ne

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, Herêma Kurdistanê ji bo hemû kesên ku canê wan di metirsiyê de ne, penageheke aram e. Li gorî zanyariyên Xoşnaw parve kirin, niha tenê li sînorê parêzgeha Hewlêrê zêdetirî 350 hezar penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê hene. 

Herwiha Omêd Xoşnaw tekez kir jî, hikûmet, wezareta navxwe û saziyên asayîşê berpirsiyar in ji parastina can û malê van penaberan.

Pêşangeha berhemên Sûrî hat betalkirin

Derbarê nîqaşên li ser "Pêşangeha Berhemên Sûrî" ya li Hewlêrê, Omêd Xoşnaw eşkere kir, ji ber rewşa neasayî ya Helebê û êşa gelê Kurd, wan biryar girtiye ku vê pêşangehê betal bikin. 

Xoşnaw got: "Di demekê de ku li Heleb û Rojavayê Kurdistanê xwîna Kurdan tê rijandin, vekirina pêşangehekê bi alayên Sûriyeyê ne rast bû. Organîzatorên pêşangehê jî di reklaman de şaşî kirin û rêz li alaya Kurdistanê negirtin. Ji ber vê yekê, niha ev pêşangeh li Hewlêrê nayê vekirin."