Cafer Şêx Mistefa: Amerîka û Hevpeyman bo yekrêziyê piştgiriyê didin me

Cafer Şêx Mistefa
Cafer Şêx Mistefa

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, divê tevaya aliyan li Herêma Kurdistanê yekrêz û yekhelwest bin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa îro (Pêncşem, 15.01.2026) ragihand: Divê em yekrêzî û yekdengiya aliyan biparêzin, yekrêziya me dê me ber bi serkeftinê bibe û dostên me berdewam şîretan li me dikin ku em hevgirtî bin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kir: Tiştê ku niha jî li Kurdistanê diqewime pêdivîtî bi yekrêziyê heye û divê em tiştekî bikin ku gelê me pê dilxweş bibe, ji ber ku tiştê ku niha heye hemî alî nîgeran kirine.

Cafer Şêx Mistefa amaje jî da: Ez hêvî dikim ku hemî alî bi berpirsiyarî bên pêş, da ku em bikarin hevgirtinê çê bikin û ji bo dost û hevpeymanên me jî bibe çavkaniya serbilindiyê.

Navbirî herwesa got: Amerîka û Hevpeyman bi temamî bizavê bi me re dikin, da ku em zû kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ava bikin.