HSD: Rê li şêniyên Dêr Hafirê nehatiye girtin ku derbikevin
Navenda Nûçeyan (K24) - HSDê bi tundî ew tohmet red kirin ên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê arasteyî wê kirine ku, qaşo HSD rê li ber derketina şêniyên Dêr Hafirê digire. Herwesa tekez kir ku, sedema rastîn a astengkirina tevgera welatiyan, bombebarankirin û girtina deriyan ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê bi xwe ve ye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Pêncşem, 15.01.2026) di daxuyaniyekê de ragihand: Hêzên me bi tundî ew îdîa red kirin ên ku ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ve hatine belavkirin, ku qaşo rê li ber derketina sivîlan ji bajarê Dêr Hafirê tê girtin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ronkirin ku, astengkirina tevgera welatiyan û astengiyên di rêya wan de, encama rasterast a wê pêşketina leşkerî ya xeter, komkirina hêzê û bombebaranên berdewam e yên ku kom û hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê dikin.
HSDê herwesa got: Hikûmeta Sûriyeyê bi xwe li roja 06.01.2026ê bi fermî îtîraf kir ku, wê hemî deriyên xwe yên bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê re girtine, ku ev yek jî pûçbûna îdîayên wan ên niha îspat dike.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de hat gotin: Her koçberkirineka welatiyan di bin gefa hêzê de ji hêla artêşa erebî ya Sûriyeyê ve, li gorî Peymana Çarê ya Cinêvê û peyrewa bingehîn a Romayê, wekî tawana şer tê nasandin. Ew belgenameyên navneteweyî bi eşkereyî armanckirin û belavkirina tirsê di nav sivîlan de û her kiryareka ku armanca koçberkirina bi zorê be qedexe û tawanbar dikin.
HSD di wê daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafên mirovan dike ku siyaseta Hikûmeta Sûriyeyê bi tundî şermezar bikin. Haydarî jî da ku, ev siyaseta hikûmeta wî welatî dibe sedema awarebûna zêdetir ji 170 hezar sivîlan û çêbûna karesateka mirovî.
Di dawiya wê daxuyaniyê de pesna şêniyên wê deverê hatiye kirin û hatiye gotin: Îro xelkê Dêr Hafirê îspat kir ku, ew dê dev ji erd û malên xwe bernedin û tu aliyek nikare bi zorê û zexta leşkerî wan ji mafê wan ê manê bêpar bike.