Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî û HSD’ê gihîşt Meskenê û Dêr Hafirê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gihîşt bajarê Mesken û Dêr Hafirê.

Ev tevgera dîplomatîk û leşkerî di demekê de ye ku sibeha îro 16ê Çileyê, komên çekdar ên ser bi "Hikûmeta Demkî" ve bajarê Dêr Hafirê û gundên derdorê yên wekî Resem El Îmam, El Keyariya û Resem El Kirûm bi giranî topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî rewşa herêmê daxuyaniyek belav kiribû ku "komên Şamê" (çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê û alîgirên wê) bi awayekî bêserûber topbaranê li ser bajaran didomînin. HSD’ê destnîşan kir ku ev êriş bi armanca zextkirina li ser şêniyan têne kirin da ku xelkê deverê neçarî koçberiyê bikin.

Rageşiya leşkerî ya li herêmê di 8ê Çileyê de dest pê kiribû, dema ku artêşa Sûriyeyê êriş biribû ser taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye). Piştî dagirkirina wan taxan, artêşê di 13ê Çileyê de herêmên Dêr Hafir, Babîrî, Qewas û Meskeneyê wekî "herêmên leşkerî yên qedexekirî" ragihandin.