Artêşa Erebî ya Sûriyeyê çû nav bajarê Dêr Hafirê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji nav bajarê Dêr Hafirê yê Sûriyeyê vekişiyan û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê çû di nav wî bajarî de.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji nav bajarê Dêr Hafirê yê Sûriyeyê li rojhilata bajarê Helebê ber bi rojhilatê Çemê Firat ve vekişiyan û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê çû di nav wî bajarî de.
Operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê di ragihandinekê de bang li welatiyan kir ku xwe nêzîkî wê deverê nekin.
Piştî çend rojan ji şer û pevçûnan û êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Dêr Hafirê û derdora wê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser daxwaza welatên navbeynkar ji deverê vekişiyan.