HSDê pabendbûna xwe ya temam bi agirbesta bi Şamê re ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di ragihandinekê de bi rengekê fermî pabendbûna xwe ya temam bi wê agirbestê tekez kir, ya ku bi Hikûmeta Şamê re hevfêmkirin li ser hatiye kirin. Herwesa ragihand ku, heta ku êrîş li ser wan neyê kirin, ew dê pêşengiyê ji bo tu kiryareka leşkerî nekin û ji bo bicihanîna peymana 18ê vê mehê amade ne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Sêşem, 20.01.2026) ragihandinek li ser rewşa meydanî û agirbesta 18ê Çileyê ya ku di navbera wê û Hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin belav kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin: Em pabendbûna bi tevahî ya hêzên xwe bi wê agirbestê radigihînin a ku bi Hikûmeta Şamê re hevfêmkirin li ser hatiye kirin.

HSDê tekez li ser wê yekê jî kiriye ku, ew pêşengiyê ji bo tu karekê leşkerî nakin, ji bilî ku heke li paşerojê hêzên wan rûbirûyî êrîşê bibin.

Fermandariya Giştî ya HSDê di pareka din a wê ragihandinê de amadebûna xwe ji bo çareseriya aştiyane nîşan da û ragihand: Em tekez dikin ku em ji bo rêyên siyasî û çareseriyan bi rêya danûstandinan û diyalogê vekirî ne.

HSDê di dawiya ragihandina xwe de jî amaje da: Em ji bo bicihanîna peymana 18ê Çileyê amade ne, bi wî awayî ku xizmeta aramkirina rewşê û tenahiyê dike.