Macron: Fransa hêzeke deryayî ji bo parastina tengava Hurmizê û Deryaya Sor dişîne herêmê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron stratejiyeke nû ya serbazî ji bo Rojhilata Navîn eşkere kir û ragihand, Fransa ji bo parastina asayîşa deryayî û piştgirîkirina hevpeymanên xwe, hêzeke deryayî ya pir mezin li herêmê bicih dike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 9ê Adarê di çarçoveya serdana xwe ya bo Qibrisê de, hûrgiliyên plana xwe ya serbazî parve kirin. Macron ragihand, Fransa 8 keştiyên şer ligel keştiya firokehilgir a navdar "Charles de Gaulle" li herêmê bicih dike. Macron diyar kir, niha keştiya firokehilgir û koma wê ya deryayî li nêzîkî giravên Krît û Qibrisê yên di Deryaya Navîn de ne.
Serokê Fransayê destnîşan kir, ew ligel hevpeymanên xwe ji bo parastina çûnûhatina keştiyan li tengava Hurmizê di nava amadekariyên parastineke tund de ne. Macron herwiha got: "Em ê di çarçoveya peywira Yekîtiya Ewropayê ya ku di sala 2024an de dest pê kiribû de, du keştiyên din ên şer bişînin Deryaya Sor."
Li gorî daxuyaniyê, hêza deryayî ya Fransayê ya li herêmê dê ji 8 keştiyên şer, 2 keştiyên nûjen ên helîkopterhilgir (LHD) û keştiya firokehilgir a bi navê 'Charles de Gaulle' pêk bê.
Macron peyamek arasteyî hevkarên Fransayê kir û got: "Armanca me ew e ku em ligel hemû wan dewletên ku ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine, di pozîsyoneke parastinê de bin."
Serokê Fransayê derbarê rewşa Libnanê de jî hişyarî da û got: "Hizbullahê Libnan xistiye metirsiyê, lê divê Îsraîl jî operasyonên xwe yên serbazî rawestîne." Macron herwiha tekezî li ser pêwîstiya dubare vekirina tengava Hurmizê kir. da ku bazirganiya cîhanî asteng nebe.
Ev daxuyaniyên Macron piştî peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hatin. Hat diyarkirin ku civînên Macron ên li Qibrisê ligel serokên Qibris û Yewnanistanê, bi armanca xurtkirina asayîşa herêmê û kontrolkirina nirxê neftê ne, ku ji ber aloziyên bi Îranê re li bazarên cîhanê zêde bûye.