Serok Barzanî bi Papayê Vatîkanê û berpirsên Îtalyayê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî, îro 21ê Çileyê gihîşt Îtalyayê û biryar e li Vatîkanê bi Papa Leo’yê 14’em re bicive.

Li gorî bernameyê, Serok Mesûd li Vatîkanê bi Papa Leo’yê 14’em re dicive. Di vê serdana fermî de, Wezîrê Veguhastin û Geyandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ano Cewher ligel Serok Barzanî ye. 

Yek ji armancên sereke yên vê serdanê, xurtkirina peywendiyên dîplomatîk û naskirina Herêma Kurdistanê wekî navenda aştî û pêkvejiyana olan e. 

Serok Barzanî dê di hevdîtina xwe ya bi Papayê ku nûneratiya zêdetirî milyarek û 400 mîlyon katolîkên cîhanê dike de, tekezî li ser modela Kurdistanê bike; ku tê de misilman, xiristiyan, êzidî û olên din bi biratî û di nava ewlehiyê de dijîn.

Her wiha, bidestxistina piştgiriya navdewletî ji bo mafên gelê Kurd û xurtkirina pêgeha Herêma Kurdistanê di qada dîplomasiyê de armanceke din a girîng a vê serdanê ye.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê li ser masê ye

Li aliyê din, biryar e Serok Barzanî ligel rayedarên payebilind ên hikumeta Îtalyayê jî zincîre hevdîtinan pêk bîne. Di van hevdîtinan de, mijarên sereke dê peywendiyên dualî û guherînên siyasî yên li Rojhilata Navîn bin.

Li gorî agahiyan, mijara herî germ a rojevê, êrişên dawî yên komên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyê ve ne ku li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên. Serok Barzanî herwiha balê dikişîne ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û ji bo rawestandina van êrişan û piştgirîkirina kurdên Rojava, daxwaza hevkariya navdewletî bike.