Piştî vekişîna HSD’ê, Artêşa Sûriyê kontrola Kampa Holê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê îro Çarşemê, 21ê Çileya 2026an, serê sibê ketin nava Kampa Holê, ku wekî mezintirîn kampa malbatên DAIŞ’ê tê naskirin.
Li gorî nûçeya ajansa AFP’ê, piştî ku yekîneyên HSD’ê ji kampê vekişiyan, hêzên ser bi hikûmeta Şamê ve cihên wan girtin. Kampa Holê ku li parêzgeha Hesekê ye, nêzîkî 24 hezar kesî dihewîne. Ji vê hejmarê, 15 hezar kes welatiyên Sûriyeyê ne û derdora 6 hezar û 300 kes jî jin û zarokên biyanî yên çekdarên DAIŞ’ê ne ku ji 42 neteweyên cuda ne.
Ev pêşhat piştî daxuyaniya duh a Fermandariya Giştî ya HSD’ê hat. HSD’ê bi tundî civaka navdewletî rexne kir ku li hember êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng maye.
HSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ji ber "xemsariya navneteweyî" û nebûna planeke cidî ji bo çareserkirina doza DAIŞ’ê, ew neçar mane hêzên xwe ji Kampa Holê vekişînin.
Serperiştyarê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parêzgeha Hesekê, Şêxmûs Ehmed beriya niha ji Kurdistan24ê re dabû xuyakirin, li kampa Holê 23 hezar kes hene. Li gorî zanyariyên Ehmed, 15 hezar ji wan Sûrî, 3 hezar Iraqî û 6 hezar jî biyanî ne. Her wiha li kampa Rojê jî 2 hezar û 500 kes hene.
Ji aliyê din ve, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihandibû ku ew amade ne Kampa Holê û hemû girtiyên DAIŞ’ê werbigirin.