Barrack: Em bi serbilindî ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê ragihand ku, ew serbilind bûn ku îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiyane û tekezî li ser bicihanîna peymana 18ê Çileyê kir.
Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriyeyê Tom Barrack îro (Pêncşem, 22.01.2026) di postekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand: Em serbilind bûn ku îro em bi General Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re civiyan.
Tom Barrack herwesa got: Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê piştgirî û pabendbûna xwe ji bo pêşvebirina pêvajoya hevgirtinê diyar kir, ku di peymana 18ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de hatiye destnîşankirin.
Navbirî eşkere jî kir: Hemî alî hevnerîn bûn ku pêngava yekê ya bingehîn pabendbûna bi tevahî ya bi agirbesta heyî re ye, di eynî demê de em dê bi hev re bixebitin ji bo destnîşlankirin û bicihanîna rêkarên avakirina baweriyê ji hemî aliyan ve ji bo xurtkirina bawerî û tenahiya herdemî.
We were honored to meet today with General Mazloum Abdi and Ilham Ahmed.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) January 22, 2026
The United States reaffirmed its strong support for and commitment to advancing the integration process outlined in the January 18 agreement between the Syrian Democratic Forces and the Syrian government.…