Rêveberiya Xweser ji bo Kobanê hişyarî da: ‘Bajar rûbirûyî karesateke mirovî ye’

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser derbarê dorpêça giran a li ser bajarê Kobanê, bangeke lezgîn kir û daxwaz kir ku bêyî qeyd û şert korîdorên mirovî bên vekirin.

Rêveberiya Xweser îro 24ê Çileyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa krîtîk a li bajarê Kobanê û diyar kir, ji ber dorpêçê, bajar rûbirûyî karesateke mirovî ya rasteqîn bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev dorpêç gefeke rasterast li ser jiyana bi sed hezaran welatiyan e.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Kobanê ne tenê bajarek e, lê belê sembola berxwedana li dijî terorê ye ku navê wê di bîra gelên Sûriyeyê û tevahî cîhanê de hatiye neqişandin. Rêveberiya Xweser diyar kir ku armancgirtina vî bajarî, di bingeh de armancgirtina vîna gelên azad û ezmûna demokrasiyê ya li herêmê ye.

Rêveberiya Xweser daxwaza çareseriyeke demildest kir û ev xalên li jêr wekî pêdiviyên sereke rêz kirin:

- Vekirina korîdorên ewle ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û bijîşkî.

- Dabînkirina dermanan û dermankirina birîndaran.

- Peydakirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê ji bo şêniyên dorpêçkirî.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de berxwedana gelê Hesekê û tevahî bajarên kantona Cizîrê silav kir. Hat destnîşankirin jî, yekgirtina gel a li dijî êrîş û gefan, nîşaneya hişmendiyeke bilind û biryardariya parastina xak û rûmetê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li raya giştî ya Navdewletî kir ku bi lez destwerdanê bikin û got: "Bêdengiya li hember van êrîş û gefan tê wateya hevkariyê. Destwerdana lezgîn berpirsiyariyeke mirovî ye ku nabe were paşxistin."