Peyamnêrê K24ê: Mezlûm Ebdî li Şamê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gihîştiye Şamê, ji bo ku danûstandinên nû bi Serokê Sûriyeyê re li ser tevlihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed îro (Sêşem, 27.01.2026) ji bo danûstandinên rasterast bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re gihîştine Şamê.
Biryar e ku di vê serdanê de, danûstandinên berfireh li ser mijara hevgirtin û gihîştina bi lihevkirina dawiyê bên kirin.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, armanca sereke ya serdana Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo Şamê destpêkirina qonaxeka nû ya danûstandinên li ser mekanîzma hevgirtina Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî bi Hikûmeta Sûriyeyê re ye.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku, di çend rojên borî de aloziyên leşkerî li deverê çê bûne, lê niha her du alîyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan vebijarka diyalogê hilbijartiye.
Ev tevgerên dîplomatîk di demekê de ne ku, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê û hêzên HSDê li ser dirêjkirina agirbestê ji bo dema 15 rojên din li hev kiriye. Vê biryarê, ku bi navbeynkariya navdewletî peyda bûye, jîngeheka guncayî ji bo pêvajoya veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê peyda kiriye û herwesa derfeteka girîng daye aliyên Kurdî û hikûmeta Şamê, da ku pirsgirêkên siyasî û leşkerî bi rêya danûstandinan çareser bikin.