Karayilan: Li ser cenazeyê Rojava, aştî bi Kurdan re nayê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Murat Karayilan, derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, ev êriş komployeke navneteweyî ye û bi taybetî armanc dike ku Kurdan ji dîzayna nû ya herêmê derve bihêle û biratiya gelan têk bibe.

Karayilan bi di hevpeyvînekê bi medyayeke nêzîkî PKKê re aşkere kir, beriya êrişên Helebê, di 4’ê Çileyê de di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hevdîtinên girîng hebûn û nêzî encamê bibûn. Lê belê ev dîyalog bi zanebûn hatin sabotekirin. Karayilan got: “Piştî civîna 5’ê Çileyê ya li Parîsê, di 6’ê Çileyê de êriş dan destpêkirin. Dixwazin Kurdan li derveyî Sûriyeya nû bihêlin. HSD’ê Sûriye ji DAIŞ’ê rizgar kir, di şertên normal de divê bi hev re dewlet ava kiriban, lê îro HSD’ê armanc digirin, da ku statuya Kurdan tune bikin.”

Murat Karayilan bal kişand ser peyamên "pêvajoya aştiyê" yên li Tirkiyeyê û hişyarî da dewleta Tirkiyeyê û got: “Divê her kes bizane; li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê bi Kurdan re aştî nabe. Tu yê li Rojava qirkirinê bimeşînî, lê li Bakur yan jî li herêmê li benda aştiyê bî! Ev ne pêkan e. Heke bi rastî aştî û xwişk-biratî tê xwestin, divê ev siyaseta tunekirinê ya li dijî Rojava were terkkirin.”

Karayilan tekez kir, sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne li ser bingeha desthilatdariyê, lê li ser bingeha kedkarên Ereb, Kurd û Asûrî-Suryaniyan hatiye avakirin. Wî diyar kir ku xeta "Netewa Demokratîk" tenê rêya çareseriyê ye û got: “Yên HSD bi tenê hiştin, hinek şêxên eşîran bûn; lê em nikarin bêjin ew hemû gelê Ereb in. Biratiya gelan xeteke rast e û ev komplo bi taybetî navbera gelan armanc digire, da ku dijminatiyê pêş bixe.”