Wezîrê Perwerdehiyê alîkariya xwendekarê ji ber alaya Kurdistanê hatiye derxistin dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Xwendekarekê Kurd li Kerkûkê bi navê Diyar Xelîl li xwandina sîstema îtîhadî li dibistaneka nehikûmî, ji ber ku di dersa hunerê de alaya Kurdistanê xêz kiribû, hat derxistin. Tekez jî kir: Em qebûl nakin ku tu xwendekarek ji ber hezkirina welat û alaya Kurdistanê bê cezakirin.
Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Çarşem, 28.01.2026) ragihand: Xwendekarekê Kurd li Kerkûkê bi navê Diyar Xelîl li xwandina sîstema îtîhadî li dibistaneka nehikûmî, ji ber ku di dersa hunerê de alaya Kurdistanê xêz kiribû, hat derxistin.
Wezîrê Perwerdehiyê herwesa got: Dema ku ev mijar gihîşt min, min tavilê ji Birêvebirê Perwerdehiya Kurdî Seydayê Kamran xwest ku, bi tu rengan nabe ev bê qebûlkirin û bi Birêvebirê Giştî yê Perwerdehiya Kerkûkê re biaxivin, ew pê re axivî û wî soz da ku sibe dê wê mijarê çareser bikin û dê lêpirsînê jî bi wê dibistanê re bikin.
Alan Heme Seîd eşkere jî kir: Min herwesa biryar daye ku ez pereyê perwerdehiya wî xwendekarî bidim, wekî piştgirîyekê ji bo wî ezîzî, û piştrast bin ku ew bê perwerde namîne û ew pirsgirêk dê bê çareserkirin. Wekî din jî, hemî dibistanên me yên Kurdî li Kerkûkê ji bo wî vekirî ne.